Ax Dayika min / Rızo Çolpan

| March 1, 2015 | 0 Comments


rsz_rızacolpanGundê min

Warê min

Ez li ser axa te derketim

Welatê min

Bi wê axa te ve hat surandin hevîrê min

Çêbû laş û lebatên min

 

Goştê min axa te

Hestîyên min kevirên te

Xwîna min avên te

Giyana min ewayê te

Tu yî jîn û jîyana min

Tu yî giyana min

Hiş û çar pejnên min

Tu yî dayîka heftsed bavê min

Ez ji te ra bibim cangorî

Kurdistana min

Dayîka min

 

Category: Rengarenk Şiir, Şiir, Yazın

Leave a Reply